Pêşbirk dê ser xalên wekî; Rojnamevanî dê çawa bikare ku civaka piştî koçberiyê bi hevgirtineke xurt bikare hevra bisekine? Kîjan çîrok dê li hember kutbûna têkilîyan bide rawastin û civakbûnê teşwîq bike? Gelo li Almanyayê rasteqîna jiyanên ji hevdû cûda dê çawa bikare xwe di medyayê de xwe nîşan bide? Ol çawa dikare alîkariya çanda jiyana bi hev re bike?

Ji bo bersivdana van pirsan, Pêşbirka Medyaya Zwischenwelten a 2026 cara yekemîn tê lidarxistin. Armanca vê xelatê rûmetgirtina karên rojnamevanî û medyayê ye ku cihêrengî, beşdariya demokratîk û rola medyayê di civakekî pir reng de dike mijar. Serlêdana pêşbirkê dê 15’ê Îlona 2026’an dawî bibe. Merasîma xelatdayînê dê di 3’ê Cotmeha 2026’an de di roja Yêkbûna Almanyayê de pêk were.

Jibo Almanyaya nû, Xelatên Medyayê ya Cuda

Almanyaya îro ji Almanyaya 1990’an pir cuda ye. Her çiqas 36 sal, ji ser yekbûna her du Almanyayan re derbas bûbe jî, babeta “yekîtî û hevgirtina civakê” îro jî bûye mijara sereke ye. Tecrubeyên jiyanê yên cuda, paşerojên çandî, baweriyên olî û nêrînên siyasî gotûbêjên giştî çêdikin, lê gelek caran ev weke gef li ser hevgirtinê tên nîşandan.

Medya li vir berpirsiyariyeke mezin hildigire. Medya dikare civakê bi rê ve bibe, pirên di navbera komên cuda de çêbike û beşdariya demokratîk xurt bike, lê heman demê de dikare nakokiyan kûrtir bike û qutbuna nava civakê zêde bike jî.

Bi xelatên medyaya nû, tê armaç kirin ku rojnamevaniya di civaka piştî koçberiyê de bi rûmet bigire. “Civaka piştî koçberiyê” tê wê wateyê ku koçberî êdî tiştekî marjina nine û bûye hêzek ku Almanyayê bi awayekî mayînde diguherîne û têşe dide. Di vê civakê de pirsgirêk êdî ne ew e ku mirovên bi paşeroja koçberiyê “xwediyê vê civakê ne an na”, lê ew e ku mirovên bi ezmûnên çandî, olî û civakî yên cuda çawa dikarin jiyana hevpar ava bikin.

Ji Sloganê Wêdetir…

Xelata Medyaya Zwischenwelten “civaka piştî koçberiyê” weke sloganeke siyasî nabîne, lê weke rastiyeke civakî û wekî yek ji erkên bingehîn ên rojnamevaniyê dibîne. Armanca xelatê ew e ku rojnamevanên ku çîrokên cuda didin ber çavan, pêşdaraziyan dipirsîn û diyaloga demokratîk xurt dikin, teşwîq bike. Di navendê de karên ku civakê bi rê ve dibin, têgihiştina hevdu xurt dikin û beşdariya civakî pêş bixin.

“Hevgirtina civakî bi xwe çênabe. Rojnamevaniyeke ku guhdarî dike, rave dike û rastiyên jiyana cuda dike mijara xwe, hewce ye. Em bi Xelata Medyaya Zwischenwelten dixwazin rojnamevanan teşwîq bikin ku çîrokên hevgirtinê çêdikin û dengê hemû beşên civakê didin bihîstin û bibêjin.”

Süleyman BağKoordînatorê Projeya “Zwischenwelten – Dengê Cihêrengiyê”

Çîrokên ku Çavdêriya Me Fireh Dikin…

Pêşbirk li karên rojnamevaniyê digere ku bûyeran ji aliyên cuda ve dinirxînin, perspektîfên nû pêşkêş dikin û beşdariya xurt li raya giştî ya demokratîk dikin. Çi reportajeke li ser xebatên dilxwazî be, çi podcasteke li ser jiyana hevbeş a nifşên cuda be, çi belgefîlmeke li ser cihêrengiya olî be, çi projeyeke multimedya be ku awayên nû yên beşdariya civakî nîşan dide – girîng ew e ku ev kar diyalogê di navbera mirovan de çêbikin û nîşan bidin ku di nav cihêrengiyê de hevgirtin çawa mimkûn e.

“Rojnamevanî divê cihêrengiya civaka bajarî bide xuyakirin. Bi taybetî li taxan gelek çîrok hene ku nîşan didin mirov tevî ezmûnên jiyana cuda bi hev re dijîn û berpirsiyariyan digirin ser xwe. Van perspektîfan hêjayî bala zêdetir û qedrê ne.”

Dominique HenselSerkarê Weşanê yê Brunnenmagazin û endamê jûriyê

Kî Dikare Beşdar Bibe?

Rojnamevan, nivîskar, blognivîs, podcaster, derhênerên belgefîlm û fîlman, xwendekarên medyayê, medya sivîl, medya civakî û însiyatîfên medyayê hemû dikarin serlêdan bikin.

Şert: Divê girêdanek bi Berlînê hebe (an li Berlînê dijîn/dixebîtin an jî karê şandî li Berlînê derbas dibe).

Cureyên Karên Ku Têne Qebûlkirin:

Gotarên rojname û kovarê, nûçeyên înternetê, reportaj, hevpeyvîn, gotinên kurt (deneme), podcast, vîdeo, fîlm, projeyên multimedya û naverokên rojnamevaniyê yên ji bo medya civakî.

Mijarên Pêşîn ên Têne Teşwîqkirin

  • Hevgirtina civakî di nav cihêrengiyê de
  • Rola medyayê di demokrasî û beşdariya civakî de
  • Têgihiştina hevdu di navbera komên cuda de
  • Perspektîfên civaka piştî koçberiyê
  • Ol û hevgirtina civakî
  • Aşti û diyalog
  • Vîzyonên ji bo pêşeroja Berlînê

Karên di navbera 1’ê Çileya 2025’an û 31’ê Tebaxê 2026’an de weşandî tên nirxandin.

Jûrî û Xelat

Bi giştî 3.000 Euro

  • Yekemîn: 1.500 Euro
  • Duyemîn: 1.000 Euro
  • Sêyemîn: 500 Euro

Jûrî dikare mansiyon û xelatên taybet jî bide.

Endamên Jûriyê: Dominique Hensel, Süleyman Bağ, Prof. Dr. Sabine Schiffer, Bernd Lammel, Kerstin Nickig, İskender Sezek

Demê Dawî yê Serlêdanê: 15’ê Îlonê 2026

Navnîşan: Medienpreis@zwischenwelten.berlin

Di serlêdanê de divê ev belge hebin:

  • Karê bi xwe an lînk
  • Ravekirineke kurt (herî zêde 300 peyv)
  • Agahiyên têkiliyê
  • Belgeya ku girêdana bi Berlînê nîşan dide

Merasima xelatê: 3’ê Cotmehê 2026 li Berlînê

Derbarê Projeyê

Xelata Medyaya Zwischenwelten beşeke projeya “Zwischenwelten – Die Stimme der Vielfalt” (Ara-Dinyayên – Dengê Cihêrengiyê) ye. Projeya çapemenî, çand û perwerdehiya navçandî ji aliyê Kubik e.V., Dêra Evanjelî ya Gesundbrunnen û rojnamevan Dominique Hensel û Andrei Schnell ve tê meşandin.

Armanca projeyê xurtkirina qada giştî ya demokratîk, beşdariya civakî û ragihandina tendurist di nav civaka bajarî ya pirreng de ye. Projeyê ji aliyê Senatoya Çand û Hevgirtina Civakî ya Berlînê û pargîdaniya xaniyên şaredariyê degewo ve tê piştgirîkirin.

Ev xelat li Berlînê cara yekemîn xelatekê ye ku rojnamevaniyê bi perspektîfa civaka piştî koçberiyê dinirxîne. Di dema ku kutubûn zêde dibe de, ew dixwaze çîrokên ku têgihiştinê pêş dixin, cîhanên jiyanê nêzîk dikin û gotûbêjên demokratîk dewlemend dikin bîne ber çavan.

Ev ne tenê xelatkirina karên serkeftî ye, lê di heman demê de bangek xurt e ji bo rojnamevaniyeke ku civakê bi rê ve dibe, jiyana hevpar xurt dike û hevgirtinê pêş dixe.

← Vegere nûçeyan